Encamên destpêkê yên hilbijartinên li Iraqê wê bêne eşkerekirin
Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê wê îro encamên destpêkê yên dengdana giştî eşkere bike.
Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê wê îro encamên destpêkê yên dengdana giştî eşkere bike.
Doh li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê hilbijartina Parlementoya Iraqê hate lidarxistin.
Serokê Desteya Hilbijartinên Herêma Kurdistanê ya di Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Neberd Umer, ragihand ku wê îro encamên destpêkê yên hilbijartina dema şeşem ya Parlementoya Iraqê bên ragihandin.